Ji ber şerê artêşa Tirkiyê û PKKê gundekî din vala bû

Di heyama 4 rojan de, 15 mûşek li ber gund ketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara duyem gundê Çelkê li devera Kanî Masî ji ber bombebarana Tirkiyê û şer û pevçûnên Tirkiye û PKKê ve, vala dibe.

Peyamnêrê K24ê li deverê da zanîn, gundê Çelkê yê Kirîstiyanan ji ber bombebarana Tirkiyê û şer û pevçûnên Tirkiye û PKKê ve, di 4 mehên borî de ji bo cara duyem gundî ji mal û milkên xwe derdikevin û gund vala dibe.

Kesekî ji gundê Çelkê ji K24ê re got: “Di heyama 4 rojan de, 15 mûşek li ber gund ketin, ji ber wê jî em bi neçarî ji gundê xwe derketin û me berê xwe da devera Berwarî Bala.”

Destnîşan kir jî, li herêmên wan tirs û nearamî gelekî heye û ji ber berdewamiya vê rewşê, ew nikarin vegerin gundê xwe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê çendîn car e daxwaz ji PKK û artêşa Tirkiyê kirine, şerê xwe veneguhêzin Herêma Kurdistanê, ji ber ku ziyaneke mezin digihînin gundên Herêmê û bi dehan gund vala bûne.