Serokwezîrê Herêma Kurdistanê projeya Telefrîkê li çîyayê Zawa li Duhokê vedike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîmeke taybet de, projeya Telefrîkê li çîyayê Zawa li bajarê Duhokê vedike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîmeke taybet de, projeya Telefrîkê li çîyayê Zawa li bajarê Duhokê vedike.

Çiyayê Zawa navçeyeke geştiyarî ya bajarê Duhokê ye, li bilindiyên wî bajarî dikeve û cihekî balkêş e û welatî ji bo seyranê berê xwe didinê. Hemû bajarê Duhokê ji çiyayê Zawa ve diyar dibe, bi taybet bi şevan.