Leşkerekî Tirkiyê li Idlibê hate kuştin

4 leşkerên din jî birîndar bûn.
Hêzeke Tirkiyê li Idlibê
Hêzeke Tirkiyê li Idlibê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, otomobîleke leşkerî ya Tirkiyê li parêzgeha Idlibê bi mûşekekê hat armanckirin û di encamê de leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, karwana temwînê ya hêzên wan li Idlibl bi mûşekekê hat armanckirin.

Diyar kir jî, di encamê de leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Destnîşan kir jî, wan jî bersiva êrîşê da û gule avêtin armancên naskirî.

Ev êrîşa li ser hêzên Tirkiyê di demekê de ye, artêşa Tirkiyê hefteya borî hin alav û pêdiviyên lojistî ligel hin hêzên piştevaniyê şandibûn xalê xwe yên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê.

Artêşa Tirkiyê ji sala 2016an ve hejmarek operasyonên leşkerî li parêzgehên Sûriyê, li Reqa (Cerablus, Girê Sipî), Heleb (Bab, Efrîn) û Hesekê (Serê Kaniyê) û Idlibê kirine.