HDPê pankarta navên 106 jinên ku îsal hatine kuştin bi bircên Diyarbekirê ve daliqand

Parlementerên jin yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pankarta ku navên 106 jinên di 4 mehên 2021ê de hatine kuştin bi Birca Keçikê ya Kelha Diyarbekirê ve daliqand.
Pankarta navên 106 jinên ku di 4 mehên 2021ê de hatine kuştin
Pankarta navên 106 jinên ku di 4 mehên 2021ê de hatine kuştin

Diyarbekir (K24) - Parlementerên jin yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pankarta ku navên 106 jinên di 4 mehên 2021ê de hatine kuştin bi Birca Keçikê ya Kelha Diyarbekirê ve daliqand. Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran bertek nişanî Hikûmetê da û got; ew dest ji Peymana Stenbolê bernadin.

Di roja 10emîn roja salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê de parlementerên jin ên HDPê Ayşe Acar Başaran, Meral Daniş Beştaş, Semra Guzel, Remziye Tosun, Dersîm Dag û Nuran Îmîr li ber Birca Keçikê ya Kelha Diyarbekirê daxuyanike hevpar dan û pankarteke ku navên 106 jinên ku di 4 mehên 2021an de hatin kuştin bi bircê ve daliqandin.

Li ser navên jinên HDPê Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran got; Peymana Stenbolê bi destê Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Teyîb Erdogan hat betalkirin.

Ayşe Acar Başaran got, “Peymana Stenbolê ti caran nehat cîbicîkirin, Peymana Stenbolê mîsogeriya me ye û em dest jê bernadin.”

Diyarbekir