Li Tirkiyê 278 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 278 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 278 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 43 hezar û 589 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 11ê Gulanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 14 hezar û 497 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 1582 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 59 hezar û 433 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 22 hezar û 253 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 4 milyon û 766 hezar û 124 kesan.