Karsazekî Diyarbekirî dê hemû lêçûnên 3 xwendekarên Harvard û Brownê dabîn bike
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê 3 xwendekaran mafê xwendina bêberamber li zanîngehên Harvard û Brown ku di cîhanê de navdar in, bi dest xistibûn. Karsazekî Diyarbekirî bi navê Recep Ozekîncî dê bo 4 salan hemû lêçûnên perwedehiyê her sê xwendekaran bide.
Karsazekî Diyarbekirî bi navê Recep Ozekîncî ragihand ku, dê bo dema 4 salan hemû lêçûnên her sê xwendekarên bi navên Ezgî Ekîncî, Seyît Metîn Barut û Nehîr Toklu bide. Di navbera karsaz û xwendekaran de girêbest hat îmzekirin. Karsaz Recep Ozekîncî got; ew dê her tim piştgiriya xwendekarên serkeftî bikin.
Damezrînerê dibistana taybet Zekî Esen got; ew ji piştgiriya karsazan bo xwendekaran keyfxweş in.
Zanîngehên Harvard û Brown ku di mijarên siyaset û abûriyê de kesên ku di cîhanê de navdar in jê derdiçin ji Diyarbekirê mafê xwendina bêberamber dabû 3 xwendekaran.
Xwendekar Nehîr Toklu li Zanîngeha Harvard beşa Têkiliyên Navdewletî û Matematîkê, Dîcle Ezgî li Zanîngeha Harvard beşa Bîyoendezyarî û Seyît Metîn Barut jî li Zanîngeha Brown Beşa Zanista Kompûterê mafê xwendina bêberamber bi dest xistibûn.