HSDê li Dêrezorê nêzîkî 200 kes desteser kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li derdora Dêrezorê di operasyonekê de nêzîkî 200 kes desteser kirin.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li derdora Dêrezorê di operasyonekê de nêzîkî 200 kes desteser kirin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand; Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di operasyonekê de nêzîkî 200 kes li derdora bajarê Dêrezorê desteser kirin, ev jî di çarçoveya berdewama operasyona HSDê ya li deverê de ye.

Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê hemû ew kesên hatine desteserkirin, bo navçeya Bisêre hatine veguhestin, herwiha beşek ji wan hatin azadkirin û beşeke wan jî desteserkirî ne.

Ev di demekê de ye ku di rojêb borî de Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 6 kes li bajarokê Şihêl desteser kiribûn, ku destê wan di kuştina 5 endamên Encûmena Serbazî ya Dêrezorê de hebû.