Termê zarokê ku di çemê Xelan – Biyaw de xeniqîbû, hat dîtin

Piştî ku 18ê vê mehê zarokekî 15 salî li gundê Derbendok li çemê Xelan – Biyaw xeniqî, piştî çar rojan termê wî hat dîtin.

Soran (K24) – Piştî ku 18ê vê mehê zarokekî 15 salî li gundê Derbendok li çemê Xelan – Biyaw xeniqî, piştî çar rojan termê wî hat dîtin.

Berpirsê Ragihandina Berevaniya Şaristanî ya Soranê Beyar Mihyedîn ji K24ê re ragihand: “Piştî çar rojan mayîna di nav avê de, şeva din termê Surçî Mihemed Resûl hat dîtin, ku di 18ê vê mehê de di nav ava Xelan – Biyaw xeniqî.”

Beyar Mihyedîn eşkere kir: “Ew zarok nişteciyê gundê Derbendok yê ser bi bajarokê Xelîfan e, piştî çar roj lêgerîna termê wî, di nav ava çemê Xelan – Biyaw de ji aliyê kesûkarên wî ve hat dîtin, ku di 18ê Gulana 2021ê de di nav çem de xeniqî, ji wê dema ku tîmên melevaniyê yên Soran û Mêrgesor ligel xizm û kesûkarên wî bi berdewamî bi dirêjahiya çem li termê wî digeriya.”