Erebistana Siûdî ji bo Hecê 60 hezar kesan werdigre

Şert û mercên wergirtina ji bo îbadeta Hecê jî hat eşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Erebistana Siûdî ragihand ku ji bo Hecê di sala 2021ê de 60 kesan werin pêşwazîkirin, lê eşkere nekiriye ku dê ji kîjan welatan çend kes dikarin biçin Hecê.

Şert û mercên wergirtina ji bo îbadeta Hecê jî hat eşkerekirin. Li gor biryarê, kesên ku dê biçin Hecê, divê beriya 72 demjimêran testa PCR kiribin û 3 roj dê di karantînayê de bimînin.

Herwiha ji bo Hecê ji kesên ku çûne Erebistana Siûdî, belgenameya ku di wan de nexweşiya mayînde tune ye, were xwestin.

Kesên ku vaksîna Koronayê wergirtine, divê belgenameya fermî ya wergirtina vaksînê pêşkêş bikin û di ser wergirtina doza duyem a vaksînê re herî kêm 14 roj derbas bûbe.

Hat eşkerekirin ku kesên temenên wan di navbera 18 û 60 salî de ne, dikarin ji bo Hecê serî lê bidin.

Merasîma keviravêtina li Şeytên dê bi komên 50 kesî were kirin û dê pabendî mesafeya civakî bibin.

Ava Zemzemê jî dê di butlên girtî de bin û tenê carekê werin bikaranîn.