Serokwezîr Mesrûr Barzanî serperiştiya civîna reşnivîsa yasaya budceyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 24ê Gulana 2021ê serperiştiya civîna li ser reşnivîsa yasaya budceyê ya Herêma Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 24ê Gulana 2021ê serperiştiya civîna li ser reşnivîsa yasaya budceyê ya Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek li wezîrên pêwendîdar amade bûn, li ser reşnivîsa yasaya budceyê ya Herêma Kurdistanê û datayên li ser xercî û dahatên Herêmê hatin gotûbêjkirin û egerên ciyawaz ên ji bo dariştina budceyê hatin axaftin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser wê yekê hate kirin ku divê yasaya budceyê, rengdana şefaf a rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê bibe. Di vê çarçoveyê de civînê, wezaretên pêwendîdar raspart ku têbîniya dawîn û balkişandinên li ser reşnivîsa yasayê amade bikin, da ku di demeke nêz de Encûmena Wezîran reşnivîsa projeyasayê pesend bike û piştre bişîne Parlamentoya Kurdistanê.

Di beşeke din a civînê de behsa cîbicîkirina yasaya budceya federalî ya Iraqê ya sala 2021ê hat kirin, ku heta niha heqên darayî yên Herêmê li gor yasayê nehatine dayîn, tevî amadebûna Herêmê ji bo cîbicîkirina pabendiyên xwe, ji bo vê mebestê jî, wezîrên pêwendîdar hatine erkdarkirin ku ligel hevtayên xwe yên li Hikûmeta Federalî ya Iraqê di pêwendiya berdewam de bin ji bo vê mebestê. Herwiha biryar e hefteya bê şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo lipeyçûna cîbicîkirina yasaya budceya federalî.