Li herêmên rêjîmê hilbijartinên Serokatiya Sûriyê tên kirin

Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de nayin kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê li herêmên di bin kontrola rêjîmê de, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê îro tên kirin û Beşar Esed û du namzetên din xwe ji bo van hilbijartinan xwe kandîd kirine.

Îro ji demjimêr 7ê sibê û heta 19:00 proseya dengdanê dewam dike. Li gor Wezareta Navxwe ya Sûriyê, 18 milyon welatiyan mafê wan ê dengdanê heye.

Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de nayin kirin. Li bajarê Heseke û Qamişlo jî tenê li çargoşeyên ewlehiyê yên di destê rêjîmê de ne, sindoqên dengdanê tên danîn.

Her aliyên sereke yên kurdî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di nava Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de van hilbijartinan red dikin.

ENKSê roja 5ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand, di dema ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yê netewî û olî ji ber kuştin, wêrankirin, koçkirin û hejariyê dinale, nîvê gelê Sûriyê koçber û penaber bûne û zemîneya ewle û ya guncaw nîne, rêjîma Sûriyê li dijî îradeya gelê Sûriyê û îradeya navdewletî û hemû biryarên wê, hilbijartinên serokatiya Sûriyê dike.

ENKS got jî, “Em di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê wek pêkhateyeke opozîsyon û şoreşa Sûriyê, bang li civaka navdewletî dikin ku van hilbijartinan rewa nebînin.”

Ji aliyê xwe ve jî, MSD`ê diyar kir, hibijartinên ku armancên gelê Sûriyê pêk naynin, wan têkildar nakin û got “Hikumeta Şamê danûstandin û lihevkirinan asteng dike. Em beşdarî Hilbijartinên Serokatiyê nabin.”

Tevî ku du kesên din xwe ji bo hilbijartinên Serokatiya Sûriyê xwe kandîd kirine, lê şarezayên rewşa Sûriyê dibêjin ku ev hilbijartin şanoyek e û Beşar Esed dest ji Serokatiya Sûriyê bernade.

Wezîrên derve yên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanaya û Îtalyayê jî duhî di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê ne rewa ne.