Artêşa Tirkiyê 9 gundên Kanî Masî bi tundî topbaran dike
Duhok (K24) – Ji şeva din ve topxaneyên artêşa Tirkiyê gundên sînorê Kanî Masî bi tundî topbaran dikin.
Serbest Sebrî, Rêveberê Nahiya Kanî Masî ya ser bi navçeya Amêdî ji K24ê re ragihand: “Ji şeva çarşemê heta niha, 9 gund di bin topbarana artêşa Tirkiyê de ne.”
Sebrî eşkere kir: “Beşek ji wan gundan bi temamî hatin valakirin û li hejmarek gundan pirsgirêka çavkaniyên ava vexwarinê derketiye holê.”
Herwiha ragihand: “Rêya gundê Ore, ku 24 mal tê de hene, bi awayekî berdewam di bin topbaranê de ye û xelkê gund ketine rewşeke xirab û em hewl didin rêyekê ji bo rizgarkirina xelkê gund bibînin.”
Serbest Sebrî behsa wê yekê jî kir ku tîmeke pûçkirina teqemeniyan şandine devera Geliyê Qumrî, da ku mûşekeke neteqiyayî, pûç bikin.