Welatiyekî Kanî Masî ji ber topbarana Tirkiyê birîndar bû

Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyekî devera Kanî Masî yê Başûrê Kurdistanê birîndar bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyekî devera Kanî Masî yê Başûrê Kurdistanê birîndar bû.

Rêveberê Nahiya Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re got: “Îro ji ber topbarana Tirkiyê li nêzîk gundê Herorê yê ser bi nahiya Kanî Masî ve, kesekî 60 salî birîndar bû.”

Diyar kir jî, “Kesê birîndar bûye navê wî Remezan Elî Ebdulrehman e, ew şivan e û 300 metro li dûrî gund pezê xwe diçêrand.”

Serbest Sebrî li ser rewşa wî kesê birîndar da zanîn jî, 3 birîn li gewdê hene û ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Zaxo hat veguhastin.

Ev di demekê de ye, şerê PKK û Tirkiyê li navçeyên sînorî yên devera Badînanê berdewam e û ji bilî ku ziyanên wî şerî li zevî, rez, çiya û daristanan bûye, welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.