Li Iraqê di nav du salan de 32 çalakvan hatine kuştin

Çend roj in li Iraqê li ser medyaya civakî hashtaga "Kê ez kuştim" zêde tê bikaranîn û di wê hashtagê de pirsyar asrateyî beşdaran tê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend roj in li Iraqê li ser medyaya civakî hashtaga "Kê ez kuştim" zêde tê bikaranîn û di wê hashtagê de pirsyar asrateyî beşdaran tê kirin.

Li ser vê mijarê çalakvanekî medyaya civakî ragihandiye ku di nav du salên borî de du hezar Iraqî bi rêyên cuda yên terorê hatine kuştin.

Li gor raporta Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî UNAMI, ji destpêka sala 2019an heta meha borî ya îsal, 48 bûyerên terorkirina çalakvanan li Iraqê hatine tomarkirin û heta niha jî tawankarên wan bûyeran nehatine cezakirin.

Raporta UNAMI eşkere dike ku li Iraqê çekdarên nenas teqe li xelkê dikin û ji ber vê heta niha 32 kes hatine kuştin.

UNAMI radigihîne ku heta niha 20 xwepêşander ji aliyê çekdarên nenas ve hatine windakirin û hewla eşkerekirina cihên wan nehatiye dayîn.

Li gor raporta UNAMI, li ser 8 hezar û 163 dosyeyan lêpirsîn hatine kirin, di nav wan de 3 hezar 897 dosye vekirî mane û lêkolînên li ser wan berdewam in, 783 dosye bo dadgehê hatine şandin û 1122 dosye jî hatine girtin.