Li Tirkiyê hejmara pêketiyên bi Koronayê kêm dibe

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 114 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 114 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 47 hezar û 882 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 3yê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 602 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 563 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 270 hezar û 299 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 8 hezar û 540 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 139 hezar û 993 kesan.