Li Diyarbekirê 18 kes bi tometa endamtiya PKKê hatin desteserkirin

Bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, 18 kes bi tometa ku xwestine bibin endamên Meclisa Taxan ya PKK û KCKê hatin desteserkirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, 18 kes bi tometa ku xwestine bibin endamên Meclisa Taxan ya PKK û KCKê hatin desteserkirin. Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, derbarê 4 kesên din de jî biryara desteserkirinê heye lê hêj ew nehatine desteserkirin.

Li Diyarbekirê hêzên asayişê di demjimêrên serê sibê de avêtin ser hin mal û kargehan û 18 kes bi tometa ku wan xwestine bibin endamên Meclisên Taxan yên PKK û KCKê hatin desteserkirin.  Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, navên wan kesên ku biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye dayîn di deftereke ku li Mala Bîlgî ya Mezopotamyayê hatibû dîtin de hatine nivîsandin û wan kesan xwestiye bibin endamên Meclisên Taxê yên PKK û KCKê û li taxan karûbarên rêxistinê birêve bibin.

Kesên ku hatine desteserkirin li avahiya Rêveberiya Ewlekariya Diyarbekirê  ne û piştî lêpirsînê dê ji bo dadgehkirinê bo Dadgeha Diyarbekirê werin rêkirin.