Panorama Rastiya Kurdî

Kurd24

Welatê me ciyekî stratejîk e. Hem ji ber herêma ku lê ye hem jî ji ber dewlemendiya xwe ya xwezayî ve welatê me stratejîk e. Ger ne wisa bûna dewletên Ewropî di wextê xwe de nedihatin welatê me dagir nedikirin. Ji ber stratejîk û dewlemendbûna welatê me Brîtanya û Frans hatin welatê me dagir kirin. Arşîvên kul i Brîtanya, Fransa û Rusyayê derketin holê îspata vê yekê ne. Îro jî welatê me ji stratejîkbûna xwe pir tişt winda nekiriye. Yê windabûyî em bi xwe ne. Wek netewe em nikarin derkevin holê. Ne programeke me ya netewî ne jî cepheke me ya netewî heye. Lê bele programên me yên siyasî û îdeolojîk hene. Her partiya siyasî propoganda xwe ya destûrî dike. Tiştê ku mirov diêşîne ew e ku partiyên me yên siyasî dev ji berjewendiya xwe ya grûbî bernadin nayên qada berjewendiyên netewî.

Stratejîkbûna welatê me bi serê xwe ji bo  balkişandina dewletên mezin têr nake Dewletên serdest li hemû dinê hatine pejirandinê, endamên dezgehên navnetewî ne, ji alî berjewendiyên xwe ve di danûstendina xwe de gihîştine dereceyekê. Danûstendina aborî û siyasî li herêmê balansek peyda kiriye, tu dewlet ji bo xatirê gelê Kurd hewl nade ku vê balansê xira bike. Îro em bixwazin nexwazin welatê me kirine çar perçe. Li her parçeyeke welatê me bi çandeke nû danûstendin hatiye peyda kirinê. Her du çand tesîr li hev kirine, ji hevûdu dane û stendine. Li Îranê çanda Farisa, li Sûrî û Îraqê çanda Ereba, li Tirkiyê çanda Tirka danûstendina xwe  bi çanda Kurda re pêşde birine. Demeke dirêj e ku gelê Kurd nebûye xwedî mafê xwe yê pêşdebirina çanda xwe. Gelê Kurd derfet bi dest nexistiye ku dezgehên xwe yên netewî ava bike daku pêvajoya netewebûna xwe temam bike. Bi gotineke din gelê Kurd hêj nebûye neteweyek.

Gelê Kurd li çar parçeyan jî demokrasiyeke modern nejiyaye. Li Sûriyê û Îraqê dîktatoriyên bi demdirêj, li Îranê pêşî monarşi piştre jî rejîma totaliter ya Ayatollahan, li Tirkiyê bîr û baweriya Îttîhat û Terakkî derfet nedane gelê Kurd ku pêşiya xwe bibine. Her carê ku gelê Kurd hewl daye ku azadiya xwe bi dest bixe hewldan bi awakî hov hatiye pelçiqandin û gelê me hatiye qetilkirin.

 

Gelê Kurd di destpêkê de daxwaziya xwe ya stratejîk bi slogana “Ji Kurda re otonomi, ji dewleta serdest re demokrasi” anîbû ziman. Ev slogan îro jî ji bo Partî Demokrat a Îran derbas dibe. Partî Demokrat a Îraqê van salên dawî piştî îlankirina Dewleta Federal daxwaziya xwe ya stratejîk bi “Dewleta Federe û demokrasî” re guhert. Bi referandûmê daxwaziya xwe ya serxwebûnê anî ziman. KDP-S di destpêkê de slogana xwe “Ji Kurda re otonomi ji Sûriyê re demokrasî” bû, KDP Tirkiyê di çareserkirina pirsa Kurdî de “otonomiya çandî, rêvebirina herêmî û ji Tirkiyê re demokrasi” hêj li salên 1960’i de ji xwe re kirin daxwaza stratejîk. Tiştê bi balkêş gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê çareserkirina pirsa Kurdî din av sînorên tespîtkirî de xwestine. Daxwaza “Kurdistana serbixwe” di salên 70’yî de cîh li programên rêxistinan de stend. Îro partî an rêxistinên ku raste rast serbixwebûnê dixawzin tûneye.

Li welêt di demeke kurt de bêyî ku tu lêkolîn serde bête kirin me dest bi propaganda îdeolojiyên sosyalîstî û komunîstî hate kirin. Programên siyasî ku hebûn ji bo me pir “sivik” hat, ji bo barên “giran” diviya, ji bo me dîtina rastiya welêt pir zor bû lê lêkolîna dîroka xelkê û xwendina wan ji bo me hêsantir bû. Em dîroka xelkê ji yê xwe baştir dizanîbûn. Îro pir tişt hatine guhertinê. Rewşênbîrên Kurd wek berê nîne, tiştên ku dikeve deste xwe raste rast qebûl nake, lêdikole, lê dipirse. Ciwanên Kurd ne wek berê ye, hêjmarên wan herçiqas ne zede be jî  lêdikolin, lê dipirsin û dixwînin. Avahiyên ciwanan din av PAK û HAK-PARê de hene. Jibil vê weke ku ez dibinim avahiyên ciwanên Kurd ên serbixwe jî hene. Evana pêşketinên baş in.

Hêvîdar im ku ciwanên me ku di lîse û  zanîngehan de dixwînin, rewşenbîr, bürokrat û teknokratên me pêşdeçûnên îro wek derfetek bibinin. Hêvîdar im ku kitêbên lêkolîner û dîroknivîserên bixwînin û di peydakirina zanîna neteweyî de bibin alîkar.

Di daxwazên xwe yên stratejîk de bi cesaret û bêyî ku em bikin pirsa prestîjê divê em guhertinan bikin. Ez nizanim ji bo çiye lê em Kurd hez ji barê giran dikin. Em hemû daxwazên xwe bi “Serxwebûna Kurdistanê” girêdidin û em li hêviya serxwebûne dimînin. Baş e ma serxwebûna neteweyekê ne bi dezgehên netewî ye? Kanî dezgehên me yên netewî? Li welêt çend dezgehên me yên çandî hene? Çend kursên zimanê zikmakî hene? Di dîroka Tirkiyê de cara pêşîn dezgehek bi navê Kurdî -  Weqfa Lêkolin û Çanda Kurdi (KURD-KAV) – hat qebûl kirin. Ev ji bo me Kurda serkeftineke pir girîng e. Baş e hêjmara kadirên ku vê dezgehê bi rêve bibe çend in? Gelo emê çend şaxên vê dezgeha hêja li bajarên din bikaribin vekin?

Li “Konferansa Yekîtî û Zagonê” li Erbîlê bi dengên tevayî ji bo “Yekîtî” biryar hat stendin. Di referandûmê de herçiqas piraniya gelê Kurd ji bo serxebûnê dengê xwe da jî ji ber ku konjonktûra navnetewî rê nedida serxwebûn nehate îlan kirin. Helbet sedemên vê yekê hene. Îro dewletên wek DYA (Dewletên Yekbûyî Yên Amerîka), Rusya û YE (Yekîtiya Ewropa) ku li herêmê xwedî   soz in, siyasetek wan a Kurd tüneye. Siyaseta wan a herêmî heye. Tu qewetek navnetewî nakeve helwesteke ku li dij berjewendiya xwe ye. Bêyî ku ev hêzên navnetewî bixwazin an jî dil bikin ne li herêmê ne jî bi taybetî li Kurdistanê tu çareserkirin ne mimkûn e. Divê bê bîra me ku Dewleta Federe A Kurd bi zora DYA pêk hat. Divê ev yek neyê wê manêyê ku ez rola dînamîkên li hundir înkar dikim.  Rola têkoşîna netewî bi pêşengiya KDP û bi serokatiya Barzanî pir girîng e. Îro jî di tekoşîna netewî de giraniya serokatiya KDP û Barzaniyan heye û di siyasetên Dewleta Federe de  On yıllar süren KDP ve Barzani liderliğindeki ulusal savaşımın elbette ki çok önemli bir rolü xwedî roleke pêşker in

Di Konferansa Yekîtî û Zagonê de mesajên pir girîng hat dayîn. Serok Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de li ser pirrengîna zagonê bi giranî sekinî û got ku zagon divê ji herkesi re be; “ Zagon ne tenê ji bo partiyek, milletek anjî ji bo têkeliyek e. Zagon divê bibe bingeh ji bo mafên wekhev ên hemû rengên Kurdistanê. Niha em ji bo nivîsandina vê zagonê gav diavêjin. Em dixwazin ku ev zagon bibe nimûna pêbaweriyê” Serokê dewletê dema qala mafên hemwelatiyê û ferqiyetan kir mesajên pir xwerû da; “Di zagonê de hedefa me parastina hiqûqa hemwelatiyê ye û ev yek ji hedefên me yên bingehîn e. Li vî welatî gelek ferqiyetên me hene. Em ji têkeliyên Kurdistanê re nabêjin ‘hindikahî’. Ji ber ku delaliya Kurdistanê div ê mozaîkê de û di çanda jiyana me ya bi hevre ye.”

Di vê demê de tiştên tên gotinê pir girîng in. Dixwazim bala we bikşînim, gotinên li jor ji deve serokek derdikeve. Divê neyê ji bîrkirin ku di dezgehên netewî de dewlet a yekem e. Dema em li Kurdistana Bakûr hedefên xwe yên siyasî tespit dikin divê ji rastiyên xwe hereket bikin. Divê em giraniya xwe bidin ser dezgehên ku netewebûnê dilezîne.

Daxwazên me divê realist 

Weke kum in li jor jî got; sînorên îro ji alî hemû dewletên dine hatine qebûl kirinê. Li herêmê balanseke aborî û siyasî hatiye li darxistinê. Tu hêz cesaret nake û bi hêsanî nakeve helwesta ku vê balansê xira bike. Beyana wezareta derve ya DYA pir xwerû û bi balkêş e. Wek min li jor jî got siyaseteka wan a Kurd tûneye, siyaseta wan a herêmî heye, dewletê Ewropî jî div î warî de cûda nafikirin. Di vî warî de hevpeyvîna rojnamevanê Kurd rehmetî Mahmut Baksî bi rehmetî Olof Palme (Serokwezîrê Swêdê bû. Di sala 1985an de bi destên tarî ve hate kuştin. Palme yek ji wan lîderên ku pêşengiya gotûbêja pirsa Kurdî di platformên navnetewî de dikir, bû) re bi balkêş e. Di vê nivîsa xwe de ji bo belgekirinê min wegera hevpeyvînê ji Swêdî kir Kurdî û min divê pêşkêşî we bikim.  Helbet şîrove aîdî we ye.

Wek tê zanîn Olof Palme wek Bruno Kreisky Rajiv Gandi, Willy Brandt, Felipe Gonzales û Mitterand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navnetewî baweriya xwe ji riya aşitî û danûstendinan hebû yek ji şexsiyetên siyasî yên dinê bû.

Mahmut Baksi: Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê li Rojhilata Navîn Pirsa Kurdî çawa dibine. Îro li Sûrî, Tirkiye, Îran û îraqê ji zêdeyî 20 (bîst) milyon Kurd hene. Kurd ji mafên xwe yên çandî, siyasî û însanî bêpar in.

Olaf Palme: Li gor dîtina me otonombûna Kurda mafê wan ê qanûnî ye û divê ev maf bi riya aşitî bête bi destxistin… Min divê pir eşkere bibêjim ku bi serê xwe avakirina dewletek Kurd hem ji alî pratîkê hem jî ji alî siyasî ve ne mimkûn e. Hedefa herî rastî otonomi ye. Ev yek herçiqas Kurd li dewletên cûda dijin jî dê wan nêzî hevûdu bike.

Mahmut Baksi: Enternasyonala Sosyalîst, wek sosyal demokratan, li Rojhilata Navîn çareserkirina pirsgirêkan di xwedîbûna Filistiniyan a dewletekê û garantîkirina wê de dibînin. Berê cenabê te pir bi pirsa hebûna Îsraîlê ve mijûl dibû. Cenabê te li mafê Kurda ya avakirina dewletek çawa dinerin?

Olof Palme: Berê niha jî min diyar kir; ez bi dewletek Kurd ne bawer im. Çareserkirina herî rêalîst di nav her çar dewletan de otonomi ye. Nêrîneke min ji vê modelê çêtir tûneye; di çareserkirina pirsên Katalonya û Bask de modelên İspanya yan jî wek modela  Yugoslavya.

Li gor min divê mafên netewî yên Kurda bête qebûlk kirin. Veqetandina çar parçeyan ji çar dewletan û avakirina dewletek ji van çar parçeyan ne rêalîst e û ev yek bêyî şerek ku dawiya xwe pir tarî ye ne mimkûn e. Loma jî bi ya min ya herî rêalîst qebûlkirina mafên netewî yên Kurda û li darxistina otonomiyeke fireh din av van çar dewletan de ye. Bi ya min çare divê ev be. (Aftonbladet, 12 Tebax 1980)

Belê, di sala 1980an de Olof Palme ji dostên xwe kurda re riyeke rêalîst nişan dida. Ew ne Kurd bû lê di çareserkirina pirsa Kurdî de pir jidil bû û qenciya Kurda dixwest.

Îro li Tirkiyê di çareserkirina pirsa Kurdî de modelên cûda tê munaqeşe kirin. Sîstema eyaletê dibe. Li Tirkiyê sîstema serokatîyê div ê maneyê de pir girîng e. Eyalet di pirsên gelemperî de girêdayî dewletê ne lê din av xwe de xwedî serbestî ye. Ku wiha be, eyaleta Amedê ji karkerên xwe bacên xwe top bike, ji hîndekarî û amojgarîyê, ji xizmeta tendrûstiyê, ji parastina derûdorê, ji parvekirina bacê berpirsyar be. Pêşvebirina hîndekarî û amojgarî, çand û folklora Kurdî dê bibe watiniya sereke ya rêvebirina eyalete. Weşanên radyo û televizyona Kurdî ku di netewebûnê de xwedî roleke girîng e, dezgehên netewî dê li darxistina îdealên dahatûyê bibin kevirên bingehîn.

Dema ku mirov mafek xist deste xwe divê mirov pêdiviyên wê jî bi cîh bîne. Ji bo vê yekê kadir divê, mamoste, zimanzan, teknokrat û bûrokratên Kurd divê. Di vê babetê de li derveyê welêt karen pir hêja tên kirin. Karên ku bi taybetî ji alî Enstîtûya Kurd Li Parîsê, FKKS (Federasyoan Komelên Kur dli Swêdê) li Swêdê, li Brîtanyayê grûbên Kurd ku ji alî partiyên siyasî hatine avakirinê tên kirine pir hêja ne.

Lê belê xwendevanên Kurd, rewşenbîr, teknokrat û bûrokratên Kurd ji van çalakiyên hêja nasîbên xwe nastînin an jî Kurdên dîasporayê ji guhestina van çalakiyên hêja bo însanên me yên li hundirê welêt karek baş nakin. Ger di vî warî de tedbir neyên stendin ditirsim em dê dereng bimînin. Watiniya herî girîng a Kurdên li dîasporayê avakirina vê pirê ye

Kadirên me yên Kurd  ku dikarin derfetên pêşdeçûna telekomûnîkasyonê bi awakî hostetî bi kar bînin hene. Programên televîzyonê yên Kurdî ku li her derê dinê tên weşandinê bala gel dikşîne. Ev pêşdeçûneke baş e, pêşdeçûneke netewî ye.

Divê daxwazên me de îstîqrar hebe. Rojek “serxwebûn” rojek “federasyon”, rojek “azadiya siyasî” yan jî wek dilê me bixwaze nikarin daxwazan bikin. Di daxwaziyên me de bê îstîqrarî bawerî û rûmetê kêm dike û di pêvajoyê de herdû jî winda dibin. Di vê wateyê de HAK-PAR û PAK di hedefên xwe yên destûrî de xwerû ne. HAK-PAR federasyonê dixwaze lê PAK prensîba tayînkirina qedera neteweyan jî xistiye programa xwe.

Xweşbînî û rûmet din avbera bîr û baweriyên cûda de  gelek kêm e. Divê em Kurd jî ji niha û pêve ji xelkê xwe re bikaribin bejin ku em berjewendiyên neteweyî li ser her tiştî digrin, em ji berjewendiyên grûbî û îdeolojiyê dûr in, em ne pey berjewendiyên teng de ne, em ne lîstikên dewletên serdest in.

Em Kurd, ji gelê Tirk re bi awakî jidil û ciddî bibêjin ku  em li biratî, dostî ne, em ne li gel xwînrijandinê ne. Divê em bikaribin ji aristokrat û bûrokratên Tirka, ji nûnerên sermiyana Tirka dostan peyda bikin, divê em ji wan re bikaribin bejin ku em ne li gel parçekirinê lê li gel avakirinê ne.