Li Rojavayê Kurdistanê ezmûnên bi zimanê Kurdî dest pê kir

11 hezar xwendekar beşdarî ezmûnên bi zimanê Kurdî bûne.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) - Ezmûnên herdu polên 9 û 12an li Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Kurdî, bi rêbaza Rêveberiya Xweser dest pê kir.

Li gor Desteya Perwerdeyê 11 hezar xwendekar beşdarî ezmûnan bûne. Hevdem li herdu çargoşeyên ewlekariyê li Qamişlo û Hesekê xwendekar ezmûnên xwe li gor rêbazên Hikûmeta Sûriyê pêşkêş dikin.

Yekem car e ku pola nehan weke qonaxeke guherîn û bi bawername, bi ezmûn bi rêve diçin. Herwiha yekem car e ku zimanê Kurdî û rêbaza Rêveberiya Xweser derbasî bekeloriya dibe.

Ezmûn jî bi du cûreyên pirsan bi rêve diçin da ku asta xwendekeran were naskirin.

Mamoste Perav ji K24ê re diyar kir ku di ezmûnan de pirsên li ser nivîsandin û ramanan ji xwendekaran têne pirsîn.

64 navend li çar bajarên Rojavayê Kurdistanê bo pêşkêşkirina van ezmûnan hatine amadekirin, ew jî, Hesekê, Qamişlo, Derbêsiyê û Girkê Legê ne, ezmûn jî navendî ne.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Rohat Xelîl ji K24ê re diyar kir; hejmara xwendekarên ku derbasî pola 12an dibin, 4 hezar xwendekar in, herwiha hejmara xwendekarên ku derbasî pola 9an dibin, nêzîkî 7 hezar xwendekar in.

Heta beriya salekê jî, xwendekarên Rojavayê Kurdistanê, asta bekeloriya li gor rêbazên hikûmeta Sûriyê dixwendin û bi tenê bi zimanê Erebî, îro derfet ji her pêkhateyekî re heye ku xwendekarên wê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.