Li Diyarbekirê ahenga zimanê Kurdî hat astengkirin

Hêzên asayîşa bajêr, bi biryara parêzgeriyê rê nedan ku li Qada Îstasyonê ahengên zimanê Kurdî birêve biçin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ahengên zimanê Kurdî hatin astengkirin. Hêzên asayîşa bajêr, bi biryara parêzgeriyê rê nedan ku li Qada Îstasyonê ahengên zimanê Kurdî birêve biçin. Parlementerên HDPê û rêveberên rêxistinên zimanê Kurdî gotin ku; tevî hemû astengiyan ew dest ji çalakî û xebatên zimanê Kurdî bernadin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî bi piştgiriya Platforma Zimanê Kurdî, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman ya Mezopotamyayê, partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl xwestin li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê ahengekê bo zimanê Kurdî li dar bixin. Lê Parêzgeriya Diyarbekirê rê neda ahengê. Parlementerên HDPê, rêveberên hin partiyên kurd, rayedarên dam û dezgehên sivîl jî li Kuçeya Hunerê kom bûn û xwestin bimeşin Qada Îstasyonê lê belê hêzên asayîşê rê neda. Parlemterên HDPê bertek nîşanî helwesta qedexekirin û astengkirina çalakiya zimanê Kurdî dan û gotin; tevî hemû astengiyan jî dê xebatên xwe yên ji bo zimanê Kurdî berdewam bikin.

Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Dêrsim Dag ji K24ê re diyar kir: “Em Kurd in, zimanê me Kurdî ye. Xwedê em kurd dane. Perwerdehiya zimanê Kurdî mafeke gerdunî ye. Em bi zimanê dayîka xwe perwerdehiyê dixwazin.  Em dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Em ê heta dawiyê ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê li ber xwe bidin. Em ê têkoşînê bilind bikin û em gavê paş de navêjin.”

Parlamentera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu eşkere kir: “Têkoşîn berdewam e, heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî dê ev têkoşîn bidome. Ez dixwazim bibêjim; em kurd in welatê me Kurdistan e û zimanê me Kurdî ye.”

Polîsan rê ne da ku welatî û rayedarên partî û rêxsitinan kom bibin û ew ji hev hatin veqetandin. Li çar aliyên Kuçeya Hunerê 5 komên çalakvanan çêbûn û polîsan ew dorpêç kirin. Dema ku carinan çalakvanan dirûşim diavêtin di navbera wan û polîsan de alozî derdiket. Ji ber ku rê nehat dayîn çalakvan bimeşin, ew jî rûniştin û gotin dê wekî protesto kongreya rojnamevanî jî li dar nexin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî got; divê rê li ber daxwazên kurdan yên li ser ziman neyê girtin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî destnîşan kir: “Ne helwesteke di cih bû, diviyabû me karibiya em bimeşin. Wekî ku me li Cizîrê kir, me li Wanê kir dê me li vir jî bikira û dê xilas bibuya. Lê belê çalakiya me hat astengkirin. Xwezî wilo neba ya.”

Welatiyên ku piştgirya çalakiya xebatên zimanê Kurdî kirin gotin ku; mafê Kurdan heye wekî her miletekî ew jî bi zimanê xwe perwerdê bibînin.

Welatiyek diyar kir: “Em dixwazin zimanê dayîka me li her derê hebe. Em dixwazin em zimanê xwe li her derê baxivin, pê bikenin, pê rabin û rûnin.”

Herwiha welatiyekî din jî got: “Heta em sax bin em ê li ser vî zimanê têbikoşin.  Xwedê ev ziman daye me.  Me ev ziman ti kesê nesandiye, me ji ti kesê nediziye. Xwedê ev ziman daye me bi ji Xwedê bipirsin bêjin ka we çima ev ziman daye wan.”

Ji demjimêr 3yê heta 7 û nîvê êvarî ne çalakvan ne jî polîs ji ya xwe nehatin xwarê. Piştî 4 siet û nîvan çalakvanan çalakiya xwe bidawî anîn û xwestin bi hev re belav bibin lê vê carê jî polîsan got divê hemû bi hev re belav nebin, lê çalakvanan daxwaza polîsan red kir. Piştî ku her du aliyan hevdu birin û anîn çalakvan belav bûn û çalakî bi dawî hat. Rêveberên rêxistinên zimên dan zanîn ku dê xebatên ji bo fermîkirina zimanê Kurdî tevî hemû astengiyan jî berdewam bike.