Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî qebra Sultan Muzeferudîn hat nûjenkirin

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ragihand; li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî qebra Sultan Muzeferudîn a li Hewlêrê hat nûjenkirin.

Hewlêr (K24) – Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ragihand; li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî qebra Sultan Muzeferudîn a li Hewlêrê hat nûjenkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, îro çarşemê 9ê Hezîrana 2021ê, bi amadebûna Wezîrê Ewqaf Piştîwan Sadiq û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, piştî nûjenkirina bi awayekî modern, qebr û tirba Sultan Muzeferudîn li bajarê Hewlêrê hat vekirin.

Di merasîma vekirinê de Wezîrê Ewqaf Piştîwan Sadiq ragihand; mezargeh li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hat nûjenkirin, ku bi du qonaxan karên wê têne temamkirin û niha qonaxa yekem bi dawî bûye.

Wezîrê Ewqaf bal kişande ser girîngî û dîroka Sultan Muzeferudîn ya di dîroka Hewlêrê û xizmetkirina vî bajarê qedîm de, herwiha danîna mewlûda pîroz a jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed ku bîranîna vê boneyê bi awayekî olî û bi bandor a di kultura bajarê Hewlêrê de ye.

Piştre Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw spasiyên xwe yên taybet arasteyî Serokwezîr û Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî kir li hember girîngîdana şûnwarên olî yên li parêzgeha Hewlêrê û bal kişande ser girîngî û pîroziya qebra Sultan Muzeferudîn ji bo Hewlêrê.