Muharrem Înce li ser Kurdî bersiv da K24ê

Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce, li ser gotinên xwe yên ku di bernameyekê televîzyonî de, sivikatî li zimanê Kurdî kiribû axivî.

Enqere (K24) - Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce, li ser gotinên xwe yên ku di bernameyekê televîzyonî de, sivikatî li zimanê Kurdî kiribû axivî û got, “Gotinên min hatine berovajîkirin. Divê ji bo zarokan li gel zimanê me yê fermî zimanê Tirkî, zimanê zikmakî jî bê hînkirin.”

Serokê Partiya Memleketê Muharrem Înce, piştî civîna rêveberiya partiya xwe bi civînekê rojnamegeriyê li ser mijarên di rojevê da nêrîna partiya xwe anî ziman. Înce, di demekî nêz da li bernamayekê televîzyonî îdia kiribû ku, perwerdeya bi zimanê Kurdî li gorî pedagojiyê nîne. Gotinên Înce, wek gotinên nîjadperest û sivikatiya li dijî zimanê Kurdî hatibû nirxandin û li ser qada siyaset û medyayê rastî bertek û nerazîbûnan hatibû.

Di civîna rojnamegeriyê de, peyamnêrê K24ê Omer Sonmez, têkildarê vê mijarê ev pirs ji Înce kir; “Gotinên we yên li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî di raya giştî ya Kurd de rastî bertek û nerazîbûnan hat û hat rexnekirin. Hûn wan bertekan çawa dinirxînin û li gorî we bi awayekê zanistî, çima perwerdeya bi Kurdî ne li gorî pedagojiyê ye.”

Muharrem Înce, bersîv da pirsa K24ê û got, “Gotinên min hatine berovajîkirin. Divê ji bo zarokan li gel zimanê me yê fermî zimanê Tirkî, zimanê zikmakî jî bê hînkirin.”

Înce got: “Ev nûçeyekê derew e. Ez li pişta gotinên xwe me. Em ê 3 zimanan fêrî zarokên xwe bikin. Yek, zimanê me yê fermî zimanê Tirkî em ê fêr bikin. Ya duyem, em ê zimanê ku zarok li malên xwe ji dayîkên xwe hîn dibin. Ya sêyem jî, em ê zimanekê navdewletî hîn bikin. Tu dewlet nikare li zarokan zimanê dayîka wî bide jibîr kirin. Min got bila siyasetmedar neaxivin. Bila li ser vê mijarê pedagog û zimanzan biaxivin. Ka zimanê li malê an zimanê fermî ji bo zarokan baştir e? Ev ne karê saziya siyasetê ye.”

Muharrem Înce çi gotibû?

Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce, hefteya borî beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkî bûbû û li ser pirsa perwerdehiya bi zimanê Kurdî îdia kiribû ku, perwerdeya bi zimanê Kurdî ne li gorî pedagojiyê ye, lewra li dijî dewleta unîter e.

Înce wiha axivîbû: “Ev mijar ne mijara siyasetmedar û rojnamegeran e. Eger li gel pedagojiyê bigunce, bizanin li gor dewleta unîter e jî digunce. Lê ev yek ne li gor pedagojiyê ye. Eger em bêjin, Fizîk, Bîrkariyê bi Kurdî vebêjin, tê wê wateyê em bêjin `Ey keç û xortê Kurd, bibe pizîşk, lê li Îzmîrê kar neke, li Colemêrgê bimîne.”