Siyasetmedarên Kurd: Divê PKK rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigre

Êrîşên PKKê yên li ser hêzên Pêşmerge ji alîyê hemû alî û layenên Kurd û Kurdistanî ve bi tundî tê şermezarkirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li ser êrîşên dawî yên PKKê li ser hêzên Pêşmerge rûspî, zana û sîyasetmedarên Kurd yên li Enqereyê ji K24ê ra axivîn û kiryarî û êrîşên PKKê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha zana û rûspî banga tifaq û biratîyê li hemû partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî kirin û dan zanîn, divê tu alî li ser axa Başûr nebe sedema şer û pevçûnan.

Di demên dawî da êrîşên PKKê yên li ser hêzên Pêşmerge ji alîyê hemû alî û layenên Kurd û Kurdistanî ve bi tundî tê şermezarkirin. Rûspî, zana û sîyasetmedarên Kurd Alaadin Aras, Talat Înanç û Îbrahîm Kureken ji K24ê ra, geşedanên li çar perçeyên Kurdistanê û li Herêma Kurdistanê helwesta neyînî ya PKKê nirxandin.

Zana û rûspî banga tifaq û biratîyê li hemû partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî kirin û dan zanîn, divê PKK rêzê li serwerîya Herêma Kurdistanê bigre û li ser axa başûr nebe sedema şer û pevçûnan.

Cîgirserokê PSKê Alaadîn Aras dibêje, divê êdî PKK dev ji şerê çekdarîyê berde da ku Kurd zêdetir karibin dîyalogê bihev ra deynin.

Nivîskar Îbrahîm Kureken jî dide zanîn ku, hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê bi kêrî dewleta Tirkiyê tê û vê yekê ji bo operasyon û armancên xwe dike hincet.

Rewşenbîr Talat Înanç jî destnîşan dike, êdî li 4 parçe miletê Kurd hişyar bûye û wê bi tifaq û yekgirtinê serkeftî bibe û bigihîje hemû mafên xwe.

Rûspî û zanayên Kurd destnîşan dikin, divê statûya Herêma Kurdistanê bê parastin û hemû partî, rêxistin û tevgerên sîyasî jî rêzê ji serwerîya xaka Herêma Kurdistanê bigrin û nekevin nav hewlên têkbirina aramî û ewlehîya Kurdistanê.