Goreke bi kom li devera Badûşê hat rakirin

Desthilatdarên Iraqê belav kirine ku piştî dîtina goreke bi kom li devera Badûşê ya ser bi parêzgeha Neynewayê, dest bi diyarkirina nasnameyên qurbaniyan hate kirin, ku hejmara qurbaniyan 123 kes in.

Hewlêr (K24) – Desthilatdarên Iraqê belav kirine ku piştî dîtina goreke bi kom li devera Badûşê ya ser bi parêzgeha Neynewayê, dest bi diyarkirina nasnameyên qurbaniyan hate kirin, ku hejmara qurbaniyan 123 kes in.

Çend hefte ye li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê proseya wergirtina xwînê ji malbatên qurbaniyên bin destê DAIŞê, ji bo diyarkirina nasnameyên qurbaniyên Badûşê birêve diçe, ku di navbera salên 2014-2017an de tawaneke gelek xirab li dijî mirovahiyê hatiye encamdan.

Di Hezîrana 2014an de DAIŞ bakurê rojavayê Iraqê kontrol kir, wê demê 600 kes ku piraniya wan Şîe bûn, bi rêya çend barhilgirên serbazî ve ber bi girtîgeha Badûşê ve hatin veguhestin, piştre hemû hatin gullebarankirin, desthilatdarên Iraqê heta ku DAIŞê di sala 2017an de têk biçe, nekarîn nasnameyên wan qurbaniyan eşkere bikin.

Li gor amareke Neteweyên Yekbûyî, li Iraqê di serdema desthilata rêxistina DAIŞê de 200 gorên bi kom li deverên cuda cuda yên Iraqê hatine dîtin, ku di nav wan gorên bi kom de 12 hezar qurbanî hebûn, ev jî weke tawana herî metirsîdar a serdema DAIŞê tê dîtin.