Putin û Biden dicivin.. Li ser 5 xalan nakok in

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin îro 16/6/2021 li Cenêvê dicivin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsya Vladimir Putin îro 16/6/2021 li Cenêvê dicivin, lê ev hevdîtin, ne hevdîtineke dostane, ji berk u Rûsya di lîsteya fermî ya Amerîka de ”Welatekî ne dost e”

Pêwendiyên her aliyan lawaz e û di warê diplomatîk de li ser astê balyoz hatiye qutkirin, ligel wê jî hejmarek ji berpirsên pilebilind ên Rûsiya di lîsta cezaya Amerîka de ne, ev jî ji ber çend sedeman ne, wek dagîrkirina nîvgirava Qarm li Ukrayna û destwerdana Rûsiya di hilbijartinên Amerîka de.

Heta niha du leşkerên Amerîkî di zindanên Rûsyayê de ne ku yek ji wan bi tometa sîxûriyê, bi 16 salan lê hatiye birîn, lê ji dema Biden bûye Serok Amerîka, aloziyên di navbera her du welatan de zêde bûne û Biden di daxuyaniyên xwe de êrîşî Putin kiribû bi "kujer" bi nav kiribû.

Her du alî li ser pênc xalan nakok in

Rûsya û Amerîka li ser pênc xalan nakokin, Amerîka Rûsya bi destêwerdana di hilbijartinên Serokatiya Amerîka de û êrîşa eliktironî li dijî ajansên hikûmî û kompanyayên taybet tomarbar dike.

Amerîka bi berdewamî Rûsya bi binpêkirina magên mirovan dike, jehrkirina dijberê Rûsî “Alexei Navalni” jî yek ji wan tometan e.

Amerîka daxwaza danîna sînorekê ji biçekkirin û aloziyên berdewam re dike, bi taybetî di krîza li Sûrî, Lîbya û Ukraynayê de û alozîyên dîplomatîk ji dema Biden bûye serok ve gelek zêde bûne.

Amerîka û Rûsiya daxwaza diyarkirina çarenivîsa girtiyên xwe dikin. Her çend e Rûsiya tekezî li ser wê yekê dike ku pevguhartina girtiyên her du aliyan, serbestberdana sîxûrê Amerîkî li xwe negire.

Hevdîtina dawî ya Putin û Biden, di sala 2011'an de bû, Biden wê demê Cîgirê Serokê Amerîkayê bû û Putin jî Serokwezîrê Rûsyayê bû.