Şêx Cehfer Şêx Mistefa: PKK çima Pêşmerge tevlî şer dike?

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Niha hewlek heye ji bo şerekî nexwestî di navbera çekdarên PKKê û hêzên Pêşmerge de li nav axa Herêma Kurdistanê pêk were.”

Hewlêr (K24) – Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa eşkere kir: “Niha hewlek heye ji bo şerekî nexwestî di navbera çekdarên PKKê û hêzên Pêşmerge de li nav axa Herêma Kurdistanê pêk were.” Herwiha ragihand: “Eger mijar ji bo çekdarên PKKê xweparastin be, çima hêzên Pêşmerge tevlî vî şerî dikin, ku gelê Kurd û Pêşmerge şer naxwazin.”

Îro înê 18ê Hezîrana 2021ê, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Şêx Mistefa bi rêya peyamekê ku li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, ragihand: “Werin em bi yasa, şerê bikarkujiyê şermezar bikin, çimkî neyarên me her dem hewl didin û dîrok jî şahidê vê yekê ye ku dibin havênê neseqamgîrî û dualîbûna di navbera me de.”

Şêx Cehfer Şêx Mistefa diyar kiriye: “Niha hewlek heye ji bo şerekî nexwestî di navbera çekdarên PKKê û hêzên Pêşmerge de li nav axa Herêma Kurdistanê pêk were, ez hêvî dikim ku rûnede û ev rijandina xwînê li vir bisekine, eger mijar ji bo çekdarên PKKê xweparastin be, çima hêzên Pêşmerge tevlî vî şerî dikin, ku gelê Kurd û Pêşmerge şer naxwazin.”

Şêx Mistefa vê yekê jî dipirse ku "Çima PKK tenê li Herêma Kurdistanê çalakiyên xwe zêde kirine, ku bi xwîna bi hezaran şehîdan bingeha wê hatiye danîn û hincet didin destê Tirkiyê ku êrîş bike! Em ligel hatina ti hêzeke bêgane nînin ku sînor û serweriyên Herêma me derbas bikin, di heman demê de jî em rêzê li wan partiyên siyasî digrin ku li axa herêman mane û me rê daye kar û çalakiyên siyasî encam bidin, lê belê em ti car ligel wê yekê nînin ku bibin sedema şer û neseqamgîrî û sedema valakirin û malwêrankirin û şehîdkirina bi dehan xelkê sivîl ên li herêmê.”

Di dawiya peyama xwe de Şêx Cehfer Şêx Mistefa gotiye: “Tiştê ku niha diqewime, ez bawer im ku plana neyarên neteweya Kurd e.”