23 saziyên sivîl kuştina Denîz Poyraz şermezar kirin
Diyarbekir (K24) – Nerazîbûnên li dijî kuştina xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Denîz Poyraz û êrişa ku li Îzmîrê hatibû hatibû kirin berdewam dikin. 23 komele û saziyên sivîl, êrişê bi tundî şermezar kirin û beng û daxwaz kirin ku hemû aliyên civakî ji bo êriş û kuştinên wiha dubare nebin, bibin yek helwest.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Diyarbekirê OHDê Muharem Şahîn daxuyand ku ew êrişeke takekesî û ji rêzê nîn e. Lê wek encam û berdewamiya poîtîqayên tundrew yên ku li Tirkiyeyê tên meşandine. Loma jî divê lêgerîna çareseriyan, ne bi rêyên tund û êrişan, divê bi diyalog û lihevkirina cviakî bê lêgerîn.
Şahîn bal kişand ku kujerên Kurd û muxalîfan tên parastin û bê ceza tên hiştin, loma jî her carê wê wêrekî dibînin ku êriş û ketlîamên wiha bikin.
Daxwaz hat kirin ku lêkolîn û lêpirsîneke baş li ser buyerê bê kirin û hêzên ku wê êrişê dane kirin jî bên ceza kirin.