Silêmaniyê.. Ji ber şerê di navbera hêzên ewlehiyê de 9 kes birîndar bûn

7 kes ji birîndaran endamên Asayişê ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nava bajarê Silêmaniyê şer di navbera hêzên ewlehiyê de derket û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, şeva borî li nava taxa Serçinar a Silêmaniyê şer û alozî di navbera hêzên ewlehiyê de derketin û 9 kes birîndar bûn.

Peyamnêrê me got jî, 7 kes ji birîndaran endamên Asayişê ne, yek jî endamê Polîsa Hawarhatinêye û kesê din jî endamê Hêza Komando ye ku bi navê Hêza Altonî naskirî ye.

Herwiha got: “Dengoya mirina fermandarekî Hêza Komando di wî şerî de heye, lê heta niha ew nûçe nehatiye piştrastkirin û aliyên pêwendîdar jî ti zanyariyan derbarê vê bûyerê de nadin.”