Silêman Oso: Kurdistan24 bi qedexekirina karê wê hat xelatkirin

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê: Biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê ne di xizmeta gelê Rojavayê Kurdistanê de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) biryara biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji K24ê re ragihand, kenala Kurdistan24ê gelek xizmetî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê kiriye û biryara girtina nivîsgehên wê ji aliyê rêveberiya ser bi PYDê ve, ne di xizmeta gelê Kurdên Rojavayê de ye.

Herwiha got: “Kurdistan24ê hemû bûyerên li Rojavayê Kurdistanê dişopandin û xizmeta gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikir, lê ne dilsozî li hemberê wê hate kirin û xelatkirina wê bi qedexekirina karê wê hat kirin.”

Silêman Oso destnîşan kir, biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, biryareke şaş e û divê kesên ev biryar dane, di zûtirîn dem de li biryara xwe vegerin.

Herwiha got: “Biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li cem me ENKSê, cihê şermezarkirinê ye. Kurdistan24 yek ji dezgehên Herêma Kurdistanê ên kêlîk bi kêlîk bûyerên Rojavayê Kurdistanê dişopandin bû.”