Firokxaneya Diyarbekirê ji bo geştan dîsa tê vekirin

Firokxaneya Diyarbekirê piştî rawestana mehekê, careke din ji bo geştan tê ve kirin.

Diyarbekir (K24) – Firokxaneya Diyarbekirê piştî rawestana mehekê, careke din ji bo geştan tê ve kirin.

Firokxaneya Diyarbekirê di 24’ê Gulanê de bi mebesta nûjenkirin û temîratê ji bo firîna firokeyan hatibû girtin. Piştî ku xebatên nûjen kirinê bi dawî bûne, biryar e sibe 25’ê Hezîranê de dîsa ji bo firîn û daketina firokeyan bê vekirin.

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand, piştî mehekî temîr û tadîlatê di 25’ê Hezîranê de, Firokxaneya Diyarbekirê ji bo geştan firokeyan tê vekirin.