Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 599 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 599 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 599 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 132 kes li Hewlêrê, 206 kes li Silêmaniyê, 213 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 480 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 88 kes li Hewlêrê, 208 kes li Silêmaniyê, 146 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 33 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 182267

Mirin: 4439

Başbûn: 170577

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.