Îhsan Efrînî: Kurdistan24 dengê gelê Kurd e

Siyasetmedar Îhsan Efrînî diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser xwe nêzîkî Kurdistan24ê bike, da ku li cîhanê bibe dengê Rojavayê Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Siyasetmedar Îhsan Efrînî diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser xwe nêzîkî Kurdistan24ê bike, da ku li cîhanê bibe dengê Rojavayê Kurdistanê.

Îhsan Efrînî ji bajarê Montreal beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li Rojavayê Kurdistanê axivî.

Efrînî bal kişand ser wê yekê ku biryara girtina ofîsên K24ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê gelek dezgehên rojnamevanî û siyasetmedar û kesayetan ve hat şermezarkirin û got: “Kurdistan24 dezgeheke navdewletî ye, bi taybetî li bakurê Amerîkayê cihê xwe baş girtiye ku ew der li seranserê cîhanê cihê biryarê ye.”

Siyasetmedar Îhsan Efrînî diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser xwe nêzîkî Kurdistan24ê bike û got: “Kurdistan24 bibe wek nûnerê dengê wan li cihên biryarê, lê mixabin biryarên çewt derdixin û ev biryareke gelek şaş e.”

Îhsan Efrînî destnîşan kir ku li zanîngehên Amerîkayê di warê pêwendiyên navdewletî de xwendekarên ku li ser Rojhilata Navîn perwerde dibînin, mamosteyên wan ên zanîngehê Kurdistan24 weke çavkaniyekê nîşan didin û ji xwendekaran daxwaz dikin ku zanyariyan ji Kurdistan24ê werbigrin.