Li Çewlikê erdhejeke bihêz qewimî!

Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê bi hêza 5.2 erdhej qewimî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê bi hêza 5.2 erdhej qewimî. Hat ragihandin ku erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.

Li gor agahiyên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) li navçeya Gêxî ya Çewlikê di demjimêr 21:28ê de bi pileya 5.2 erdhej çêbû.

Hat eşkerekirin ku erdhej 15,51 kîlometre di bin erdê de rûdaye û li bajarên Elezîz, Diyarbekir, Erzîngan, Dêrsim, Erzirom, Meletî, Bedlîs û Sêrtê jî hat hîskirin.

Herwiha Saziya Çavdêriya Erdhejan a Kandîlliyê li ser malpera xwe ragihand ku navenda erdhejê navçeya Depê ya Elezîzê ye û erdhej bi hêza 5.3 rûdaye.