Li Tirkiye û Bakur îro 2 milyon û 600 hezar xwendekar beşdarî ezmûna zanîngehê dibin

Xwendekar dê 27ê Hezîranê roja Yekşemê jî beşdarî ezmûna duyem bibin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro 2 mîlyon û 600 hezar xwendekar beşdarî ezmûna zanîngehê dibin.  Xwendekar dê 27ê Hezîranê roja Yekşemê jî beşdarî ezmûna duyem bibin.

Ji bo ku mafê xwendina zanîngehê bi dest bixin 2 milyon û 607 hezar û 903 kes beşdarî ezmûnê dibin. Ezmûn dê di 3 rûniştinan de were kirin.

Di ezmûna yekem de 120 pirs hene û tê xwestin ku 135 xulekan de werin bersivandin. Di ezmûna duyem de jî 160 pirs hene û tê xwestin ku di 180 xulekan de bên bersivandin. Ezmûna sêyem jî ya zimanê biyanî ye û di vê ezmûnê de jî 80 pirs hene û divê di 120 xulekan de bên bervisandin. Malbatên xwendekaran jî bi wan re hatin ber deriyên dibistanên ku ezmûn lê tên kirin.

Li gorî daneyên fermî ji milyonek û nîv zêdetir derçûyên zanîngehan bêkar in.