Li Diyarbekirê komcivîna parastina ziman tê lidarxistin

Li Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve komcivînek ji bo parastina ziman tê li darxistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve komcivînek ji bo parastina ziman tê li darxistin. Di komcivînê de xebatên şaredariyan ên derbarê ziman de tên nirxandin û kêmasiyên şaredariyan ên di vî warî de jî tên nîqaşkirin.

Li Diyarbekirê ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl û zimannasan komcivînek tê li darxistin. Amadekarên komcivînê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê û rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne ku şaredarên berê jî tevlî civînê bûn.

Di civînê de ezmûna şaredariyan a derbarê zimanê Kurdî de hat gotûbêjkirin û kêmasiyên di vî warî de jî hatin rexnekirin.

Hevseroka Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê Şîlan Elmas amaje kir ku qeyûmên bo şaredariyan hatîn tayînkirin jî dijberiya zimanê Kurdî dikin.

Şîlan Elmas ji K24ê re diyar kir: “Ji bo ku cerebeyên şaredariyan yên derbarê ziman de em binirxînin em vê komcivînê li dar dixin. Emê daxwazên gel gotubêj bikin û hewil bidin ku gor daxwazên gel polîtîkayên xwe diyar bikin.”

Şaredarên berê yên ku beşdarî komcivîna parastina ziman bûn jî bal kêşandin ku ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî çareseriya herî bibandor ew e ku zimanê Kurdî bibe xwedî statu.

Şaredarê Berê yê Şaredariya Yenîşehîrê Remzî Azîzoglu anî zimên ku statu girîng e, lê divê hemû aliyên civakê xwedî li zimanê xwe derbikevin.

Remzî Azîzoglu ji K24ê re destnîşan kir: “Pêwîstiya sereke ew e ku divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Niha rewşa ziman ne baş e, di bin xetereyê de ye, divê zarokên me Kurdî biaxivin. Ziman jî wek kesekê ye, wek bedenekê ye.”

Di komcivînê de pêşandana kurtevîdeoyek bi sînevîzyonê jî hat kirin. Komcivîna ku ji bo parastina ziman tê li darxistin ji ber ku di serdema pandemiyê ya qedexeya civînan de 3 caran hat paşxistin li Diyarbekirê di 28ê Hezîran de dest pê kir û komcivîn dê 2 rojan bidomen. Piştî komcivîn bi dawî bibe jî dê encamnameya wê bo raya giştî were parvekirin.