Pênc rojên daristanên Darahênîya Çewlîgê dişewitin

Heta îro 25 hezar donim daristanên Çewlîgê şewitîne. Şewata Çewlîgê di torên civakî de jî bû rojev û welatî banga hestyariyê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Pênc rojên daristanên Darahênîya Çewlîgê dişewitin. Parêzgariya Çewlîgê da xuyakirin, heta niha 25 hezar donim daristan şewitîye û bi hewlên dawî sedî heftê şewat hatiye kontrolkirin. Şewata Çewlîgê di torên civakî de jî bû rojev û welatî banga hestyariyê kirin.

Pênc roj in daristanên navçeya Sîwan, Çiyayê Spî û Sekamêrgê yên Darahênî dişewitin. Parêzgariya Çewlîgê da xuyakirin, heta niha 25 hezar donim daristan şewitî ye û ziyaneke mezin li navçeyê ketiye. Şewata daristanê, jîngeha sedan cure ajelan jî têk dide û bandor li dehan gundan dike, jiyana wan dixe metirsiyê.

Gundî çend rojên destpêkê bi destên xwe hewldan pêşiya belavbûna şewate bigrin. Lê şewat li erdek fireh derketiye û hewla çend gundiyan besî vemirandinê nake.

Taybet Gundên Gaz, Kelaxsê, Siwaran û Xodanê di metirsiyê de ne. Şêniyên gelek gundan malên xwe valakirin.

Şewata Çewlîgê di torên civakî de jî bû rojev û ji ber vê hin otomobêlên agirkuj û du helîkopterên vemirandinê bo navçeyê hatin şandin.

Darahênî li ser Çemê Mûradê ye û piraniya erdê navçeyê daristan in. ji ber sedemên ewlekarî navçe gelek caran tê bombebarankirin û topbarankirin ku, werzê havînê dibin sedemê şewatê. Her wiha li hin deveran jî bi zanebûn daristan ji bo ewlekariya binkeyên serbazî tên şewitandin.

Parêzgariya Çewlîgê da xuyakirin, sedî heftê şewata navçeyê hatiye kontrolkirin û hêvî dikin di demeke nêzîk de bi temamî vemirînin.

Welatî rexne li hewlên desthilatê digrin ku, bi hestiyariya ku nêzîkî şewatên rojavayê Tirkiyeyê dibe, ewqas nêzîkî şewat û ziyanên bakurê Kurdistanê nabe.