Diyarbekir.. Bi siskirina rêkarên Koronayê re geştyar jî zêde bûn

Kompaniyên geştyariyê rojane bi dehan basan ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê geştyaran tînin li bajarên wekî Riha, Diyarbekir û Mêrdînê digerînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi sistbûna rêkarên pêşîlêgirtina vîrûsa Koronayê re, geştyaran berê xwe dan bajarên Bakurê Kurdistanê. Kompaniyên geştyariyê rojane bi dehan basan ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê geştyaran tînin li bajarên wekî Riha, Diyarbekir û Mêrdînê digerînin. Rayedarên rêxistinên geştyariya Diyarbekirê jî li zêdebûna liv û tevgera geştyaran keyfxweş in.

Li bajarên Bakur roj bi roj hejmara geştyaran zêdetir dibe û bi dehan kompaniyên geştyariyê rojane bi dehan otobusan geştyaran tînin û li bajarên qedîm digerînin. Geştyarên ku serdana Diyarbekirê dikin, li mizgeft û dêrên dîrokî, xan û mekanên qedîm digerin û kebaba cîger û şîrînahiya qedayîfê dixwin û avê sûsê vedixwin û demên xweş derbas dikin.

Geştyar Bûşra Xanim ji K24ê re got: “Ez ji bajarê Denîzliyê me, lê li Rihayê mamoste me. Me jî got, em serdana Diyarbekirê bikin. Diyarbekir gelek xweş e lê piştî kebaba cigerê bixwim dê biryarê bidim.”

Alîkarê Ajokarê Otobusê Huseyîn Kazak dibêje: “Em her digerin û geştyaran digerînin. Em diçin Herêma Deryaya Reş, em diçin Herêma Egeyê û bajarê Nevşehîrê. Her em diçin Batûmê jî. Hemû aliyên welatê me xweş e. Em ji bo rojekê hatin Diyarbekirê. Keyfa geştyaran gelek ji Diyarbekirê re tê.”

Di 2019an de nêzîkî 500 hezar geştyaran serdana Diyarbekirê kiribûn. Dihat çaverêkirin ku di sala 2020an de ji milyonekê zêdetir geştyar werin bajêr lê ji ber bandora vîrûsa koronayê tenê nêzîkî 120 hezar geştyar hatin. Serokê Komeleya Geştyarî û Danasîna Diyarbekirê Edîp Paçal got; em dibînin ku liv û tevgera geştyaran zêde dibe û ev ji bo abûriya me gelekî baş e.

Serokê Komeleya Geştyarî Û Danasîna Diyarbekirê Edîp Paçal got:   “Geştyaran dest bi serdana bajêr kirine. Otelên me ji geştyaran tijî dibin. Li bazarê liv û tevgera danûstandinê zêde dibe. Xebatên ji bo pêşxistina geştyariya Diyarbekir, Riha û Mêrdînê berdewam tên kirin. Em çaverêne ku ji pahîzê û pê de hejmara geştyaran zêde bibin.”

Rayedarên rêxistinên geştyariyê dibêjin, bi sistbûna rêkarên vîrûrsa koronayê re ew çaverê ne ku îsal ji milyonekê zêdetir geştyar serdana Diyarbekirê bikin.