Li Bexdayê ji ber germa zêde betlaneya fermî hat ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê ji ber pêla germahiyê, sibe pêncşemê weke betlaneya fermî ragihand.
Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; sibe li Bexdayê betlane ye û li parêzgehên din jî li gor pêwîstiyê, parêzgar dikarin betlane ragihînin.
Herwiha hikûmetê heta hefteyekê dewama fermî kêm kiriye bo demjimêr 13:00.
Îro li Bexdayê pileya germahiyê gihişte 49 pileyê û tê pêşbînîkirin ku sibe pileya germahiyê zêdetirî 50 pile be.