ICRC: Bi sedan zarok li “Rojava” di zîndanên mezinan de girtî ne

Piraniya wan zarokan ji Kampa Holê ya li Hesekê bo zîndanên mezinan hatine veguhastin.
Kampa Holê
Kampa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî (ICRC) radigihîne, bi sedan zarok di zîndanên mezinan ên Rojavayê Kurdistanê de girtî ne.

Xaça Sorê diyar dike, piraniya wan zarokan ji Kampa Holê ya li Hesekê bo zîndanên mezinan hatine veguhastin.

Rêveberê Rojhilata Navîn ê Xaça Sor Fabrizio Carboni di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, bi sedan zarok ku piraniya wan kur in û hin ji wan 12 salî ne, di zîndanên mezinan de girtî ne, ew girtîgeh jî ji bo wan ne guncaw e.

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî careke de bang li welatan kir ku welatiyên xwe li gor ji Kampa Holê werbigirin û li gorî yasayên navdewletî, pabendî “hevgirtina malbatê” pêk bînin.

Kampa Holê li bajarê Heseke wek kampa herî metirsîdar a ser asta cîhanê tê hejmartin. Li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.