Dadgeha Destûrê: Mafê Gergerlioglu hatiye binpêkirin
Enqere (K24) - Dadgeha Destûra Bingehîn biryara girtina Omer Faruk Gergerlioglu yê ku parlementeriya wî hatibû xistin, betal kir. Parlementerê berê yê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu li ser biryara girtinê û xistina parlementeriya xwe li Dadgeha Bilind serlêdan kiribû.
Dadgeha bilind biryar da ku mafên Gergerlioglu yên “birêvebirina tevgerên siyasî, ewlehî û azadiya takekesî” hatine binpêkirin. Herwiha Dadgehê biryar ji Dadgeha pêşîn ya sizayên giran re şand û daxwaza berdana Gergerlioglu kir.
Parlemeteriya Gergerlioglu di 17ê meha Adarê de hatibû xistin, 4 rojan piştî xistina parlementeriyê jî Gergerlioglu li Parlementoya Tirkiyê hatibû desteserkirin.