Li Tirkiyê 5 hezar û 288 kesên din bi Koronayê ketin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tirkiye Korona
Tirkiye Korona

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 49 hezar û 774 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 1ê Tîrmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 288 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 462 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 430 hezar û 940 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 6 hezar û 219 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 300 hezar û 504 kesan.