Biden: Şerê li dijî Covid-19ê bi dawî nebûye

Serokê Amerîkayê Joe Biden di salvegera serxwebûna Amerîkayê de axivî.
Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Joe Biden di salvegera serxwebûna Amerîkayê de axivî û ragihand niha Amerîkayê Covid-19 kontrol kiriye. Biden daxwaz ji hemwelatiyan jî kir ku xwe vaksîn bikin.

Joe Biden di gotara xwe de amaje bi wê yekê kir ku îsal sala serxwebûnê ji bo wan gelekî muhîm e ji ber ku ji saleke tarî derdikevin û êdî dikarin derkevin derve.

Herwiha Biden got: “Em ji hemû demê nêzîktirî rizgarbûnê ji vîrûsa Covid-19, lêbelê Covid-19 hîn bi dawî nebûye xwe guherandiye li hin herêman xwe vaksînkirin kêm e û ev pisporan nîgeran dike.”

Joe Biden bang li hemwelatiyên xwe kir ku li hember cûreya delta ya vîrusa Koronayê hişyar bin û biçin navendên xwevaksînkirinê û xwe vaksîn bikin.