Duhok.. Cadeyên bajarokê Dêrelûkê tên nûjenkirin
Duhok (K24) – Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; hejmarek projeyên xizmetguzariyê li bajarokê Dêrelûkê têne cîbicîkirin û eşkere kir ku hejmarek projeyên din ên xizmetguzariyê yên Şaredariya Duhokê hatin pesendkirin.
Wezareta Şarevaniyê bi daxuyaniyekê ragihand; di çarçoveya planên kabîneya nehem ên pêşvebirina projeyên xizmetguzariyê li hemû bajar û bajarokan de, bi serperiştiya Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Duhokê û Şaredariya Dêrelûkê, bi qasî 363 milyon dînar hejmarek projeyên xizmetguzariyê ketine warê cîbicîkirinê.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku wezaretê lîsteyeke din a li ser projeyên xizmetguzariyê yên li Serokatiya Şaredariya Duhokê ya bi qasî 380 milyon dînar pesend kiriye.
Herwiha hat eşkerekirin; çend projeyên ku dê werin cîbicîkirin ev in; nûjenkirin û qîrkirina cade û avrêyên li taxên Dastan, Azadî û Şehîdan ên li Dêrelûkê.
Wezareta Şarevaniyê diyar kir ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şarevanî û Geştûgaziyê li gor planan ji bo bilindkirina asta projeyên xizmetguzariyê dixebitin û ji destpêka destbikarkirina kabîneyê ve, li ser asta Herêma Kurdistanê hejmareke mezin ji projeyên stratejîk û xizmetguzarî, hatine cîbicîkirin.