Platforma Rojnamevanên Biyanî ya li Amerîkayê li ser sedema girtina nivîsgehên K24ê lêkolînê dike

Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm di hevdîtineke wê platformê de hûrgiliyên li ser erk û rola medyayî ya Kurdistan24ê li hember mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin.

Hewlêr (K24) – Platforma Rojnamevanên Biyanî ya li Amerîkayê raportek li ser girtina ofîsên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê belav kir û Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm di hevdîtineke wê platformê de hûrgiliyên li ser erk û rola medyayî ya Kurdistan24ê li hember mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin.

Rêveberê Giştî yê Saziyê Mihemed Hacî Kerîm di raportê de li ser sedema girtina nivîsgehên Kurdistan24ê ragihandiye: “Ev yek ji bo me zelal bûye, bandora nûçe û lipeyçûnên me ye di warên ciyawaz de, Kurdistan24 ti car li derveyî etîk û bingehên pîşeyî yên karê medyayê nebûye. Weşan û lipeyçûnên me her dem di xizmeta xelk û derxistina rastiyan de bûye. Lipeyçûnê li ser tundî, teqîn, karên terorîstî, binpêkirinên mafên mirovan, hejarî, aware û derbederbûna xelkê welat dike, kî û çi dewlet û desthilatek bibe sedem bila bibe. Kanalên me yên medyayî, ligel bûyeran çûn, ji bilî rûmalê, serederiya nûçeyê ligel pirs û bûyeran, derfet ji bo aliyên pêwendîdar bi awayekî hevseng û profesyonel pêk aniye.”

Logoya Platforma Rojnamevanên Biyanî ya li Amerîkayê 

Li ser girîngiya amadebûna Kurdistan24ê weke dezgeheke medyayê li Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Hacî Kerîm ji Platforma Rojnamevanên Biyanî ya li Amerîkayê re eşkere kiriye: “Li Qamişlo û Kobanî ofîsên Kurdistan24ê hebûn, tîmên me yên rojnamevan her dem di nav bûyeran de amade bûn. Di bûyerên êrîşên artêşa Tirkiyê û milîsên nêzîkî wî welatî de li ser Efrînê rûmala me ya herî baş hebû. Ji bilî veguhestina dîmenên şer û tundiyan û awarebûna xelkê bi rêya ekrana televîzyonê û malper û medyaya civakî, em bûn çavkaniya piraniya ajansên nûçeyan ên cîhanî û medyayên bi nav û deng, zanyarî û wêne ji me werdigirtin.”

Mihemed Hacî Kerîm diyar kiriye: “Di bûyerên Serê Kaniyê û deverên din de, beriya wan jî li Idlib û Helebê di şerê dijî DAIŞê de rol û amadebûna tîmên me yên rojnamevanî gelek diyar bû. Ji bilî vê jî, lipeyçûnên meydanî û karên me yên gelek baş li ser jiyan û debara xelkê, hejarî, bêkarî, rewşa tendirustî û perwerde, çendîn mijarên din ên civakî, bi taybetî rewşa zarok û jinan, mijarên girêdayî warê mafên mirovan û azadiya siyaset û rêxistinî hebûn.”

Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm

Herwiha destnîşan kiriye ku ji ber biryara girtina nivîsgehan, em nikarin dest bi nûçeyên zindî yên wê deverê bikin. Bi vê yekê jî, heta radeyekê, bûyerên ku li deverên cuda cuda yên li bakur û rojhilatê Sûriyê diqewimin, veşartî dimînin.

Li ser bertekên li hember vê biryara girtinê û piştevaniya navxweyî û navdewletî ji bo Kurdistan24ê, Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê bal dikşîne ser wê yekê ku "bertek heta asteke baş hatin nîşandan, Federayona Rojnamevanên Cîhanî, Nûçegihanên Bêsînor, Sendîkayên Rojnamevanan li Herêma Kurdistanê û Sûriye û Tora Rojnamevanan li Sûriyê û Navenda Metro û çendîn rêxistinên din ên azadiya karê rojnamevaniyê û hejmareke mezin ji medyakar û kesayetên akademîsyen û siyasî li çendîn welatên ciyawaz, dengê xwe bilind kirin û piştevaniya xwe ji bo karên me nîşan dan û desthilata Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê protesto kirin".

Logoya Kurdistan24ê

Li ser rewşa nûçegihanên Kurdistan24ê yên li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê eşkere kiriye ku ew niha nikarin ti karekî medyayî bikin û di bin çavdêriya dezgehên asayîşê de ne.

Di dawiyê de Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê daxwaz ji desthilata Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku biryara xwe car din ji ber çavan derbas bikin û ev biryar weke "partîtî û ne demokrat" bi nav kir.