Boris Johnson: Brîtanya jî ji Efxanistanê derket

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand; hemû serbazên Brîtanyayê ku hejmara wan 750 serbaz e, ji Efxanistanê derketin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand; hemû serbazên Brîtanyayê ku hejmara wan 750 serbaz e, ji Efxanistanê derketin.

Boris Johnson destnîşan kir ku serbazên wan erkê perwerdekirina serbazên Efxanistanê girtibûn ser xwe, piştî vekişîna artêşa Amerîka û NATOyê, hemû serbazên Brîtanyayê vegeriyane welatê xwe.

Di meha Sibata sala borî de Talîban û Amerîka li paytexta Qeterê gihiştin rêkeftinê, ku Talîban êrîşên xwe yên li dijî artêşa Amerîkayê bide sekinandin û li hember vê jî Amerîka ji welatê wan derkeve.

Biryar bû di meha Gulana îsal de artêşa Amerîkayê bi temamî ji Efxanistanê derkeve, lê belê Serokê Amerîkayê Joe Biden proseya derketinê heta 11ê Îlonê paş xist.

Destpêka vê hefteyê, artêşa Amerîkayê bêyî ku hikûmeta Kabûlê agahdar bike, mezintirîn binkeya xwe ya serbazî ya li bajarê Bagram a bakurê Kabûlê vala kir û bi şev hemû hêzên xwe vekişandin.