Wezîrê Tendirustiyê: Rêjeya pêketiyên Koronayê zêde bûye

"Mixabin careke din hejmar û rêjeya pêketiyan û razana li nexweşxaneyan ji ber vîrusa Koronayê li gor hefteyên berê du qat zêde bûye."

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî bi daxuyaniyekê ragihand; pêwîstiyên destnîşankirina vîrusa Koronayê ya cûreya delta li Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin.

Dr. Saman Berzincî diyar kiriye ku proseya lêdana vaksînê pêşve diçe, zêdetirî 399 hezar dozên dijî vîrusa Koronayê ji aliyê nişteciyên Herêma Kurdistanê ve hatine wergirtin, ji wan zêdetirî 255 hezar hemwelatî, ku dike %7.8 doza yekem, zêdetirî 144 hezar hemwelatî, ku dike %4.4 doza duyem a vaksînê wergirtine.

Berzincî eşkere kir ku cara yekem ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve pêwîstiyên destnîşankirina cûreya nû ya vîrusa Koronayê ya bi navê "delta" tê nasîn, li Herêma Kurdistanê hatiye dabînkirin.

Li ser pêşbîniya zêdebûna sêyem û îhtîmal û gumana belavbûna cûreya nû ya vîrusa Koronayê ya "delta"yê, Wezîrê Tendirustiyê diyar kir: “Mixabin careke din hejmar û rêjeya pêketiyan û razana li nexweşxaneyan ji ber vîrusa Koronayê li gor hefteyên berê du qat zêde bûye, tika ye bi cidî werbigrin û rêkarên xweparastinê bi cih bînin, maskan bi kar bînin û ji qerebalixiyê dûr bikevin, ji xwe û malbat û zarokên xwe agahdar bin, werin em hemû alîkariya hev bikin û rê li ber zêdebûna tundiya nexweşiyê bigrin û Kurdistana xwe biparêzin.”