Xortekî Rojavayê Kurdistanê li rûbarê Gelî xeniqî

Xortekî ji Rojavayê Kurdistanê li rûbarê Gelî xeniqî û termê wî ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ya Soranê ve hat dîtin.

Hewlêr (K24) – Xortekî ji Rojavayê Kurdistanê li rûbarê Gelî xeniqî û termê wî ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ya Soranê ve hat dîtin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Raîd Beyar Balekî ji Kurdistan24ê re ragihand; xortekî Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Celal Îbo Mihemed li nav ava Gelî xeniqî.

Raîd Beyar Balekî eşkere kir ku Celal Îbo Mihemed xortekî 20 salî û nişteciyê komelgeha Şaweysî ya Hewlêrê bû û ligel hevalên xwe ji bo geşt û gerê çûbû wê deverê.

Balekî diyar kir ku termê wî ji aliyê tîmên melevanî yên Berevaniya Şaristanî ya Soranê ve hatiye dîtin û ji nav avê hatiye derxistin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Soranê eşkere kir ku ji destpêka îsal ve ev heştemîn bûyera xeniqînê ye.