Efrîn.. Goreke bikomî li nava bajêr hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nava bajarê Efrînê goreke bikomî hate dîtin. Li gor zanyariyan heta niha dora 40 term ji gorê hatine derxistin û heta niha nayê zanîn ew term ên kê ne.
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, hêzên ewlehiyê yên li Efrînê û hêzên Tirkiyê duhî goreke bikomî li tenişt avahiya Encûmena Xwecihî ya Efrînê (Zanîngeha Efrînê ya berê) li taxa Efrîna Nû dîtin.
Li gor zanyariyên wî jêderî, karên konadin û lêgerîna li terman heta îro berdewam e û heta niha dora 40 term ji wê gorê hatine derxistin û lêgerîna li terman hîna berdewam e.
Wî jêderê ku nexwast navê wî were aşkerekirin diyar kir, ew term bi kîsên sipî hatine pêçandin û veşartin û nayê zanîn ew term ên kê ne û çawa hatine kuştin.
Destnîşan kir jî, grûpên çekdaran û hêzên ewlehiyê derdora gorê dorpêç kirine û rêyên derdora wê girtine.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, roja 20ê Çileya 2018an êrîşî ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan, roja 18ê Adara 2018an ketin Efrînê dagîr kirin.
Di encama êrîşê de û li gor amarên hatine ragihandin zêdetir ji 300 kesên sivîl di encama êrîşê de hatin kuştin û zêdetir ji 700 sivîl jî birîndar bûn.