Li Efxanistanê li dijî Talîbanê Heşda Şiî tê damezrandin

Rojnameyeke fermî ya Îranê di raporteke xwe de behsa avabûna komeke bi navê Heşda Şiî dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke fermî ya Îranê di raporteke xwe de behsa avabûna komeke bi navê Heşda Şiî dike ku li Efxanistanê ava bûye û dixwaze bi awayekî çekdarî li dijî Talîbanê raweste.

Piştî belavbûna vê nûçeyê, rayedarên Efxanistanê bertek nîşan dan û wezîrekî wan ragihand ku ew nahêlin Îran Efxanistanê jî weke Iraq û Sûriye û Lubnanê bike.

Rojnameya fermî ya Cumhûriya Îslamî ya Îranê îro ragihand ku Heşda Şiî li Efxanistanê dest bi kar kiriye û armanca wê dijayetîkirina koma terorîst a Talîbanê ye.

Herwiha diyar kiriye ku Fermandarê Heşda Şiî yê li Efxanistanê navê wî Seyîd Hesen Heyderî ye û beriya niha li Iraqê fermandarê komeke heman şêweyê bûye.

Serperiştê Wezareta Çandê ya Efxanistanê Mihemed Qasim Wefayî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; Îran dixwaze rewşa Efxanistanê aloztir bike, ji bo têkbirina asayîşa Efxanistanê hatiye, em nahêlin tiştê li Iraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê rûdaye, li Efxanistanê dubare bibe.

Rojnameya fermî ya Îranê di raporta xwe de ji çend fermandarên koma Fatimiyûn ragihandiye ku Talîban her weke berê metirsî ye û niha jî di bin kontrola Erebistana Siûdî de ye, ji ber vê yekê Heşda Şiî dixwaze li hember Talîbanê raweste.

Ev di demekê de ye ku di çend salên borî de berpirsên Talîbanê çendîn car serdana Îranê kirine û hefteya borî jî di serdana wan a herî dawî de ligel nûnerên hikûmeta Efxanistanê, li Tehranê civiyan.