Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 5 kes di rûbaran de xeniqîn

Di nav rojekê de li cihên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê 5 kes di nav avê de xeniqîn.

Hewlêr (K24) – Di nav rojekê de li cihên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê 5 kes di nav avê de xeniqîn, ku temenên wan di navbera 18 û 32 salî de bûn û du ji wan kesên xeniqîn, birayên hev bûn.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Koye Goran Ehmed ragihand: “Du bira li Zêya Biçûk a li deşta Koye, di dema soberiyê de ji ber ku baş nizanibûne soberiyê bikin, di nav avê de xeniqîne.”

Goran Ehmed eşkere kir ku navên her du birayan Ehmed û Mihemed e û temenên wan 18 salî û 20 salî ye û nişteciyên taxa Kanî Kurde ya nahiya Aştî ya navçeya Koye ne, tîmên rizgarkirinê yên Berevaniya Şaristanî ya Koye li termên her du birayan digerin.

Li aliyê din, Berpirsê Ragihandinê yê Berevaniya Şaristanî ya Soranê Beyar Mihyedîn ji K24ê re ragihand; duh êvarê geştyarek li rûbarê Xelan Biyaw ê li sînorê Xelîfan, bi navê Rewend Necat (32 salî) yê nişteciyê Hewlêrê, di dema avjeniyê de xeniqî.

Beyar Mihyedîn eşkere kir ku xortekî din jî, bi navê Merwan Salih Dîwane yê nişteciyê bajarokê Xelîfan, ligel hevalên xwe çûne devera Barzan û li rûbarê Çame xeniqiye.

Herwiha duh xortekî 18 salî yê bi navê Birwa Loqman li sînorê navçeya Xebat, li ava Zêya Mezin xeniqî.

Li gor zanyariyên K24ê, ew xort nişteciyê nahiya Rizgarî ya ser bi navçeya Xebatê ye.