Serokê Tunisê Parlemanto û Hikûmet ji kar xist
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tunisê Qeys Seîd hemû desthilatên Parlementoyê sekinandin, parêzbendiyên parlementeran rakir û serokwezîrê niha jî ji kar dûr xist.
Serokê Tunisê Qeys Seîd li ser xala 80 ya destûra Tunisê, biryar da ku Serokwezîr Hişam Meşîşî ji desthilatê dûr bixe û parêzbendiya hemû parlemeteran rake, herwiha hemû desthilata Encûmena Nûneran jî rabike.
Herwiha Qeys Seîd dibêje, artêşa Tunisê jî piştevaniyê li biryara wî û vê proseyê dike û her kese destdirêjiya sembolan bike wê rûberûyî artêşê bibe.
Piştî vê biryarê, bi hezaran xelkê Tunisê derketin kolalên Tunisa Paytext û dilxweşiya xwe li hember vê biryarê nîşan dan û alîgirên Qeys Seîd jî, ev pêngav wek şikndina tevgera “El-Nehde” a Îslamî mezintirîn partiya Parlemantoyê û dijberê siyasî yê Qeys Seîd zanîn.
Biryarên Qeys Seîd di demekê de ye ku li çend bajarên Tunisê xwepêşandanên tund derketin û xwepêşanderan aciziya xwe ji têkçûna rewşa aborî, tendirustî û civakî ya wî welatî nîşan didan.